Merîwan; Du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin
Du welatiyên Kurd bi navên “Mehdî Velîzade” û “Mesûd Ehmedî” xelkê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar hatin veguhastin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, roja Şemî 29’ê Banemera 1403’an a Rojî, Mehdî Velîzade di mala xwe ya şexsî de bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Roja Yekşemî 30ê Banemer a 1403an a Rojî, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê avêtin li ser mala Mesûd Ehmedî û piştî lêgerîna malê, bi tundûtûjiyê navbirî binçavkirine.
Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq çarenivîs, sebeba binçavkirin û tohmetbarkirina van her du welatiyên Kurd li ber dest nine.
Wêne ji rast ber bi çep: Mehdî Velîzade û Mesûd Ehmedî