Bokan; Binçavkirina Eşkan Îsmaînejad bi tohmeta keyfxweşiya bi mirina Îbrahîm Reîsî re

23:42 - 26 Gulan 2024

Roja Çarşemî 2’ê Cozedana 1403’an a Rojî, ciwanekî Kurd xelkê gundê Qacrî ya ser bi bajarê Bokanê bi navê Eşkan Îsmaîlnejad bi tohmeta nîşandana keyfxweşiya piştî mirina Raîsî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdayê re ragihandiye; Ev xortê Kurd piştî gazîkirina bo Îdareya Îtila`ata Bokanê hat binçavkirin. 
 
Tevî şopandina malbata Eşkan Îsmaîlnejad heta niha ti agahî li derheq cihê ragirtin û çarenivîsa wî nehatiye bidestxistin.