Bane; Celal Sohrabî duyemîn kolber e ku di heyama van du rojên dawî de bi teqeya rasterast hatiye kuştin

12:50 - 4 Gulan 2024

Roja Pêncşemî 13’ê Banemera 1403’an a Rojî, Celal Sohrabî temen 40 salî û xelkê gundê “Tajan” a ser bi bajarê Bane, li deverên sînorî yên “Sorkêv”ya Bane, bi gulleyên hêzên leşkerî yên Îranê hat kuştin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar; Ev Kolberê temen 40 salî zewicî ye û du zarokên wî hene. Sala borî di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê de bi giranî birîndar bû. 
 
Terimê kolberê hatî kuştin ji bo nexweşxaneya Bane hatiye veguhastin. 
 
Her di vê derheqê de, êvariya roja Çarşemî 12ê Banemera 1403an a Rojî, kolberek din bi navê “Hêmin Ehmedî” xelkê Seqizê, li sînorê “Bestam” a vî bajarî, rastî teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hat. 
 
Li gorî çavkaniyekê ku ji Kurdpayê  re ragihandiye, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê ji nêzîk ve gule berdane vî kolberê 45 salî. 
 
Di vê bûyerê de Hêmin Ehmedî bi ji teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê  singê wî birîndar bûye û termê wî bo nexweşxaneya Şefa Seqizê hatiye veguhastin. 
 
Ev kolber xelkê gundê “Karêze” ya ser bi Seqizê ye, zewicî ye û zarokek wî heye.