Hejmara kesên ku li Pîranşarê hatin binçavkirin gihíşt 2 kesan

20:36 - 22 Gulan 2024

Sibeha roja Çarşemî 2’ê Cozerdana 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Emîr Fiqe” xelkê gundê “Xorînc” a ser bi bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin, û digel wan, hejmara kesên îro danê sibê li Pîranşarê hatin binçavkirin, bû 2 kes. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, avêtine ser mala vî welatiyê kurd û ew binçav kirine. 
 
Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê temen 40 salî de tine. 
 
Her di vê pêwendiyê de, sibeha roja Çarşemî 2ê Cozerdana 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Selah Sultanî” xelkê gundê “Serokanî” a Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.