Quçan; Riza Bebrnjad, birayê Mehdî Bebrnjad, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, ji ber belavkirina nûçeyek Instagramê ya li ser mirina Îbrahîm Reîsî hate binçavkirin

23:11 - 21 Gulan 2024

Roja Duşemî 31’ê Benemera 1403’an a Rojî, Riza Bebrnjad, birayê Mehdî Bebrnjad, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Qoçanê, ji ber weşandina nûçeyek li ser rûpela xwe ya Instagramê ya li derheq  mirina Îbrahím Reîsî û hevalê wî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hat veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên îtlaata Spaha Pasdaran bi ser mala vî welatî de girtin û bêyî ku nîşandana belgeya dadgehê, ew binçav kirin. 
 
Vê çavkaniya agehdar got jî: Piştî binçavkirina Riza Bebrnjad, malbat ji rewşa wî agehdar nînin. 
 
Êvariya roja Înê 20’ê Gelawêja 1402’an a Rojí, Riza Bebrnjad ji aliyê hêzên îtlaata Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin. 
 
30’ê Xermanana sala 1401’an a Rojî, Mehdî Bebrnjad temen 22 salî, welatiyê Kurd ê xelkê Quçanê, di serhildana şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî” de, bi sedema teqeya rasterast a hêzên serkutker jiyana xwe ji dest da. 
 
Hêzên ewlehiyê piştî 3`ê rojan bi soznameyek nivîskî termê Mehdî radestî malbata wî kirin. Merasîma veşartina termê wî li gundê “Şark”a ser bi bajarê Quçanê di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de hat lidarxistin.