Bilindbûna hejmara îdamên li girtîgeha Selmasê bo 2 kesan

21:43 - 18 Gulan 2024

Sibeha roja Şemî 29’ê Banemera 1403’an a Rojî, girtiyê Mehabadê bi navê “Kave Başenge” li girtîgeha Selmasê hat îdamkirin, di gel vî girtiyê hejmara kesên di vê rojê de hatin îdamkirin derket 2yan. 
 
Ev girtiyê han ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê di roja Pêncşemî 27ê Banemera 1403an a Rojî de bo odeya takekesî hatibû veguhastin. 
 
Ev girtiyê han nêzî çar salan beriya niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin. 
 
Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin. 
 
Her di vê derheqê de, sibeha roja Şemiyê 29’ê Banemera 1403’an a Rojî, cezayê îdamê yê girtiyê bi navê “Esxer Hacîzade” xelkê Selmasê li girtîgeha vî bajarî de hate îdamkirin.