Girtiyekî din ê Kurd li girtîgeha Selmasê hat îdamkirin

20:30 - 18 Gulan 2024

Sibeha roja Şemî 29’ê Banemera 1403’an a Rojî, girtiyê Selmasê bi navê “Esxer Hacîzade” li girtîgeha vî bajarî de hate îdamkirin. 
 
Ev girtiyê han ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê di roja Pêncşemê 27ê Banemera 1403an a Rojî de bo odeya takekesî hatibû veguhastin. 
 
Ev girtiyê han nêzî 5 salan beriya niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin. 
 
Esxer Hacîzade 47 salî bû, zewicî bû û sê zarokên wî hene. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.