Li girtîgeha Îlamê 2 girtî hatin îdamkirin

09:08 - 15 Gulan 2024

Roja Şemiyê 25’ê Banemera 1403`an a Rojî, du girtiyên bi navên Riza Qulamhisêynî xelkê gundê Ban Ziyaret û Ferux Xan Mihemedî xelkê gundê Gulzar Hedad li girtîgeha navendî ya Îlamê hatin îdamkirin. 
 
Li gor çavkaniyekê, Riza Qulam Hisêynî di sala 1402’an  Rojî de û Ferox Xan Mihemedî jî 14 salan beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibûn binçavkirin û ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê ji wan re hatibû birîn . 
 
Li derheq îdamkirina van her du girtiyan ji aliyê çavkaniyên fermî û medyaya Îranê ve nehatiye ragihandin. 
 
Wêneyê ji rastê ber bi çepê ve: Ferox Xan Mihemedî û Riza Qulamhisêynî