Şahîndij; Binçavkirina 3 welatiyên din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

20:09 - 11 Gulan 2024

Sibeha roja Pêncşemî 20’ê Banemera 1403’an a Rojî, 3 welatiyên Kurd bi navên “Salar Bêygî”, “Elî Şîrî” û “Nasir Muradî” xelkê gundê “Qozloyî Efşar” a ser bi Şahîndijê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar hatin veguhastin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin û ev her 3ê welatî di nav malên wan de binçav kirine. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser van her 3ê welatiyan de ti zanyariyek tine. 
 
Her di vê derheqê de, sibeha roja Pêncşemî 20’ê Banemera 1403’an a Rojî, 4 welatiyên bi navên “Osman Ebasî”, “Rehman Xosrewî”, “Hêmn Elîzade” û “Şehram Sultanî” xelkê gundê “Hacî Ava” ya ser bi Şahîndijê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar  veguhastin. 
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Elî Şîrî û Salar Begî