Mamostayekî olî yê Kurd li Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

23:10 - 9 Gulan 2024

Sibeha roja Sêşemî 18ê Banemera 1403an a Rojî, Mamosta Ebdullah Berzger, pêşnimêjê gundê “Kune Mişkê” ya Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin. 
 
Li gor zanyariyên nûçegihanê Kurdpayê, demjimêr 3’ê serê sibê roja Sêşemiyê hêzên ewlehiyê bêyî biryara dadgehê êrişî mala vî mamostayê olî yê kurd kirin û ew binçav kirin. 
 
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Heta niha şopandina malbata mamosta Ebdullah Berziger ji bo zanîna çarenivîsa wî û cihê ragirtina wî bê encam bûye. 
 
Heta dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetê vî mamostayê olî yê Kurd de tine.