Li Bane kasibkarekî Kurd ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin

21:59 - 7 Gulan 2024

Roja Sêşemî 18’ê Banemera 1403’an a Rojî, kasibkarekî Kurd bi navê “Mihemed Qadrî” kurê Hecî Salih xelkê gundê “Şoyî” a ser bi Bane, li sînorê “Gelêsûre” ya vî bajarî, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdane vî kasibkarî.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Heta niha termê vî welatî radestî malbata wî nehatiye kirin.

Mihemed Qedrî zewicî ye û 5 zarokên wî hene.