Bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê li ser sînorê Baneyê, kolberek birîndar bû

19:29 - 7 Nîsan 2024

Roja Şemiyê 18’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, kolberekê Kurd ê bi navê “Ferdîn Veyîsî” yê xelkê bajarê Sine, li sînorê “Hengejale” ya se bi bajarê Bane ji aliyê hêzê leşkerî yên dewletê ve bi giranî birîndar bû. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê ji nêzîk ve gule berdane vî kolberî. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Gule ji sing, zikê û destê wî kolberî ketin e. 
 
Ev kolber ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Bane hatiye veguhastin.