Sine; Tariq Rehîmpûr 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn

10:19 - 6 Nîsan 2024

Welatiyekî Kurd bi navê “Tariq Rehîmpûr” temen 39 salî, kurê Mûsa xelkê gundê “Evîheng” a ser bi bajarê Sine, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreşê ya vî bajarî bi serperestiya dadwer “Keremî” bi 3ê sal hepsa ragirtî hat ceza kirin. ". 
 
Li gor çavkaniya haydar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, dadgehê ev welatiyê han bi “propaganda dijî hikûmetê” û “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” tometbar kiriye. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Mobayla Rehîmpûr piştî binçavkirin wî ji aliyê Îdareya Îtilaata Sine ve hatiye zeftkirin. 
 
Roja Duşemî 1’ê Xezelwera 1402’an a Rojî, ev welatiyê Kurd, piştî danîna barimteya Yek milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Sine hatibû azadkirin. 
 
Di dema binçavkirinê de ev welatiyê hanê ji bo îtirafên bi zorê li girtîgeha Îtlaata Sine pêk bîne rastî givaşan hatiye. 
 
Roja Çarşemî 29ê Xermanana 1402`an a Rojî, 12 wezîfedarên ewlehiyê bêyî biryara dadgehê ev welatiyê hanê binçavkirin û li cihê karê wî bi tundî lêxisitbûn. 
 
Roja Yekşemî 14’ê Banemera 1399’an a Rojî, Tariq Rehîmpûr ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibû binçavkirin û piştre jî ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Sine bi serpereştiya dadwer “Seîdî” bi tohmeta “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona Îranê re”  cezayê" bi 4 sal hepsa ragitî hatibû cezakirin û li ser sikalaya Spaha Pasdaran jî bi tohmeta "neguhdarîkirin û bêrêzîkirin li hikûmet û karbidestan" salek heps jêra birîbûn.