Seqiz; Binçavkirina du welatiyên xwedî meseb û baweriyên cuda ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

00:05 - 29 Nîsan 2024

Roja Sêşemî 4’ê Banemera 1403’an a Rojî, du welatiyên bi navên “Dawûd Veyîsî” temen 36 salî kurê Elî û “Emîr Fîrûzî” temen 32 salî kurê Talib yên xelkê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragehandiye, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgega dadgehê di nava malên wan de ev binçav kirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev du welatiyên Kurd bi sedema baweriyên mesebî û bîrdoziya cuda ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Ev herdu welatî ji bo wergirtina parêzer û hevdîtina bi malbatên xwe re rêgirî lê hatiye kirin û hewlên malbatê ji bo zanîna rewşa wan bê encam mane. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyên berfereh li derheq tohmet û çarenivîsa wan du welatiyên Kurd de tine ne.