Li sînorê Bane 3 kolber ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hatin binçavkirin û cezayê pereyan li wan hat birîn

00:56 - 25 Nîsan 2024

Êvara roja Sêşemî 4’ê Banemera 1403’an a Rojî, 3 kolberên Kurd bi navên “Xalid Mehmûdî”, “Elî Kerîmiyan” û “Seidullah Emînzade” xelkê gundê “Bilesen”a ser bi Bane, li sînûrê “Zile” ya vî bajarî, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin binçavkirin û piştre cezayê pere ji wan hatin birîn. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê ev her 3 kolber bi tohmeta hilgirtina kelûpelên qaçax binçavkirin e. 
 
Vê çavkaniya agehdar got jî; Roja Çarşemî 5ê Banemera 1403an a Rojî, ev her 3ê kolber ji navenda polîs a li sînûrê“Zile” bo dadgeha Bane hatin veguhastin û her yek bi dana 30 milyon Tûmenî hatin cezakirin. 
 
Ev her 3 kolber piştî civîna dadgehê û biryara dadgehê hatin berdan. 
 
Wêne: Xalid Mehmûdî, Se`idullah Emînzade û Elî Kerîmiyan