Girtiyekî Kurd li girtîgeha Kirmanê hat îdamkirin

20:49 - 21 Nîsan 2024

Serê sibê roja Yekşemî 2’ê Banemera 1403’an a Rojî,  girtiyê Kurd ê bi navê “Cemal Merdanî” xelkê bajarê Miyandavê li girtîgeha Kirmanê hat îdamkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê han roja Şemiyê 1’ê Banemera 1403’an a Rojî, dawîn hevdîtina xwe ya bi malbata xwe re li girtîgeha Kirmanê pêk anîbû. 
 
Ev girtiyê Kurd nêzîkî çar salan berî niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” li bajarê Kirmanê hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dadgeha Şoreş a vî bajarî ve cezayê îdamê lêhatibû birîn. 
 
Cemal Merdanî temen 54 salî, kurê Hisên, xelkê gundê “Gogicelî” a Miyandavê, zewicî ye û xwediyê 4 zarokan e. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.