Mehabad; Sê welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

23:40 - 19 Nîsan 2024

Roja Çarşemî 29’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, 3 welatiyên Kurd bi navên “Muhsin Ehmedî Eqdem” temen 34 salî kurê Hesen, “Resûl Yûsifî Azer” temen 21 salî kurê Îbrahîm û “Hesen Yûsifî Azer” temen 39 salî û kurê Fetah, xelkê gundê Befriwan, a ser bi bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniya ku ji Kurdpayê re ragihandiye, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev 3 welatî di nava malên wan de binçavkirin e. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev 3 welatiyên Kurd ji bo lêpirsînê bo navendên ewlehiyê yên Mehabad û Urmiyê hatine veguhastin. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: şopandina malbata van her 3ê welatiyan ji bo zanîna çarenivîsa wan bê encam bûye. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina van her 3ê welatiyên Kurd tine. 
 
Wêne ji rast ber bi çep: Hesen Yûsif Azer, Resûl Yûsif Azer û Muhsin Ehmedî Eqdem