Pîranşar; Welatiyekî Kurd bi danîna barimteyê hat berdan

23:39 - 19 Nîsan 2024

Roja Çarşemî 29’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Mihyeddîn Me`irûfniya” xelkê Pîranşarê, piştî danîna barimteya Yek milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji yek ji navendên ewlehiyê yên vî bajarî hat azadkirin. 
 
Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev welatiyê han di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer jî bê par bûye. 
 
Sibeha roja Şemî 25’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, hêzên ewlehiyê, ev welatiyê hanê bêyî nîşandana dadgehê, di mala wî de binçav kiribûn. 
 
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser wî de zanyariyên berfireh bi dest neketin.