Girtîgeha Nexede; Hisên Borke cezayê hepsê û dûrxistinê lê hat birîn

21:08 - 18 Nîsan 2024

Hisên Borke welatiyê gundê Soxanlû ya ser bi bajarê Pîranşarê bi 3 sal û 6 meh girtîgehê û salek dûrxistin bo Urmiyê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ve hat cezakirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, dadgehê ev welatiyê han bi “endamtî û hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozîsyona hikûmeta Îranê re” tometbar kiriye. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev cezayê han di dawiya meha Xakelêweya sala 1403`an a Rojî de li girtîgeha Nexede bi fermî ji  Burke re hatiye ragihandin. 
 
Roja Çarşemî 3’ê Xezelwera 1402’an a Rojî, Hisên Borke welatiyê gundê “Soxanlû” a ser bi bajarê Pîranşarê ji girtîgeha Nexede bo girtîgeha Îtilaata Urmiyê hat veguhastin. 
 
Hisên Borke di dawiya Rezber a sala 1402’an a Rojî de ji aliyê hêzên ewlekarî ve hate binçavkirin û roja Duşemî 1’ê Xezelwera heman salê, piştî du rojan ji azadkirina wî, bo lêpirsînê bo dadgeha Pîranşarê hate gazîkirin û careke din hate binçavkirin û bo girtîgeha Nexede gate veguhastin.