Sewlava; Binçavkirina 3 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

12:48 - 18 Nîsan 2024

Roja Pêncşemî 30ê Xakelêweya 1403an a Rojî, 3 welatiyên Kurd bi navên “Omîd Şehdad” temen 37 salî, “Omer Hisêynî” temen 30 salî û “Elî Hisêynî” temen 26 salî, xelkê gundê “Dîvzinav” a ser bi bajarê Sewlavayê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û birin cihekî ne diyar.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê li gundê Dîvizavê bi ser malên van her 3 welatiyên han de girtine û bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, ew binçav kirine. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq seeba binçavkirin û tohmetbarkirina van her 3 welatiyên Kurd tine. 
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Omîd Şehdad, Elî Hisêynî û Omer Hisêynî