Tehran; Xedîce Mehdîpûr girtiya siyasî ya berê bi hinceta ku hicaba bizorê berçav negirtiye ji aliyê Geşta Îrşad ve hat binçavkirin

17:07 - 17 Nîsan 2024

Roja Sêşemî 28ê Xakelêweya 1403an a Rojî, Xedîce Mehdîpûr girtiya siyasî ya berê ya xelkê bajarê Îvanxerbê, ji aliyê hêzên Geşta Îrşad a Tehranê ve, bi sedema berçavnegirina hicaba bizorê, hate binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragihandiye, derdora demjimêr 11:00ê sibê xanim Mehdîpûr, ji ber pabendnebûna bi hicaba bizorê dema ku di rê de hindek karên îdarî bû, ji aliyê hêzên Geşta Îrşad ve hat binçavkirin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev girtiya siyasî 10 xulekan li ber çavên xelkê rastî tundûtîjiyê û lêdanê ji aliyê hêzên Geşta Îrşad ve hatiye. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Ev welatiya han pişt re bo polîsê ewlehiyê hate veguhastin û piştî du demjimêran razî nebû bi îmzakirina soznameyeke nivîskî û piştî îmzakirina belgeya saxlemiya xwe di heyama binçavkirinê de hate azad kirin. 
 
Xedîce Mehdîpûr roja Yekşemî 30’ê Rezbera sala 1402’an a Rojî, piştî bidawîhatina cezayê xwe ji girtîgeha Îlamê hatibû azadkirin. 
 
Roja Şemî 28’ê Gelawêja 1402’an a Rojî, ev girtiya siyasî ku ji aliyê taya 103 a dadgeha tawanan a Îlamê ve bi 3 meh û rojek hepsê hatibû cezakurin, ji bo cîbicîkirina vê cezayî çûye girtîgeha Îlamê. 
 
Mehdîpûr di 31’ê Banemera sala 1402’an a Rojî de, bi tohmeta “weşandina derewan di torên civakî de bi mebesta alozkirina hizra giştî” ji aliyê taya 103 a dadgeha tawanan a Îlamê bi serokatiya dadwer Elîreza Himetîzade bi 3 meh û rojek heps hat cezakirin. 
 
Ev girtiya siyasî di Rezbera sala 1400î de hatibû binçavkirin û piştre 20 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Ew di dawiya Rêbendana 1401`an a Rojî de, piştî derxistina biryara efûyê hatibû berdan. 
 
Berê jî derbasiya wê ya binçavkirin û cezakirinê hebûye.