Mehabad; Ciwanekî Kurd piştî ku bo îdareya îtlaata Spaha Pasdaran hatibû gazîkirin hate binçavkirin

21:12 - 11 Nîsan 2024

Di heyama çend rojên borî de ciwanekî Kurd ê bi navê “Saman Oêysî” yê xelkê Mehabadê piştî ku bo îdareya îtilaata Spaha Pasdaran a vî bajarî hatibû gazîkirin, hate binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê temen 21 salî bi rêya telefonê bo vê saziya ewlehiyê hatiye gazîkirin. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba gazîkirin, binçavkirin û tometbarkirina Saman Owêysî de nîne.