Girtîgeha Urmiyê; Girtiyê siyasî yê Kurd Nayîb Hacîzade ji bo mirexesiyê hat şandin

10:39 - 4 Adar 2024

Roja Yekşemî 13ê Reşemê, girtiyê siyasî yê Kurd Nayîb Hacîzade ji girtîgeha navendî ya Urmiyê bo mirexesiyê hat şandin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê siyasî piştî danîna barimteya 3 milyar Tûmenî ji bo mirexesiyê hatiye şandin. 
 
Ev girtiyê siyasî roja Yekşemî 3ê Reşemeya 1399`an a Rojî, bi sedema hebûna platîn di lingê wî de, li nexweşxaneya derveyî girtîgehê de neştergerî bû û platîn ji lingê wî hat derxistin. 
 
Nayîb Hacîzade kurê Medenî xelkê gundê “Îngice” ya ser bi bajarê Urmiyê, 16’ê Rezbera sala 1398’an a Rojî, bê biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û roja 27’ê Rezbera heman salê, bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hat veguhastin.  
 
Ev girtiyê siyasî yê Kurd bi tohmeta “endamtî di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê de û propaganda li dijî hikûmetê” ji aliyê taya duyem a dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê ve bi 10 sal û rojekê heps hatiye cezakirin ûmehek cezayê girtîgehê hatiye kêmkirin.