Kolberek ji bilindahiyên Mîrava ya Serdeştê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da

04:48 - 29 Adar 2024

Roja Pêncşemî 9ê Xakelêweya sala 1403an a Rojî, kolberek bi navê “Ebûbekir Maxûzî Ferd” kurê Hec Resûl xelkê Mîrava ya Serdeştê, bi sedema ketina ji bilindahiyên “Vezîne”ya vî bajarî, canê xwe ji dest da. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, termê vî kolberî ji aliyê hêzên gel ve hatiye dîtin. 
 
Ev kolber zewicî ye û zarokek wî heye. 
 
Her di vê derheqê de, sibeha roja Pêncşemî 9’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Şoreş Şukrî” xelkê gundê “Almane” ya ser bi bajarê Merîwanê bi sedema ketina ji bilindahiyên “Jalane” li Hewramanê canê xwe jidest da û 5 kolberên din jî bi giranî birîndar bûn.