Şino; Berdana demkî ya Şehram Şahî bi danîna barimte û berdewamiya binçavkirina 3 welatiyên din

04:47 - 29 Adar 2024

Li gorî agahiyên ku ketine destê Kurdpayê; Roja Çarşemî 8’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, Şehram Şahî welatiyê Kurd xelkê bajarê Şinoyê, bo heyama 11 rojan li girtîgeha Îtlaata Urmiyê de hate binçavkirin û bi danîna barimteyê bi awayek demkî heya mehkemeyê hate azad kirin. 
 
Şeva Yekşemî 27’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, “Şehram Şahî” kurê Şafî û  xelkê gundê“Emîr ava” ya ser bi bajarê Şinoyê û “Fexredîn Ehmedî” kurê Ezîz, xelkê gundê “Taçîn ava” ya ser bi bajarê Şinoyê, li 27’ê Reşemeya sala 1402’an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin. 
 
Her di vê pêwendiyê de, roja Yekşemî 27ê Reşemeya 1402an a Rojî, Rehîm Selamet kurê Mistefa, welatiyê Kurd xelkê gundê Kuroş ava ya ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Her wiha roja Duşemî 28’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, Emîr Rehmanî welatiyê Kurd xelkê gundê “Taçîn ava” ya Şinoyê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hat binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Hêzên ewlehiyê Rehmanî bi şikandina deriyê mala wî û lêdan û bêrêzîkirinê binçavkirine. 
 
Ev welatiyê Kurd piştî binçavkirinê bo dadgeha Şinoyê hate veguhastin û piştre bo yek ji navendên binçavkirinê yên Urmiyê hate veguhastin û biryara binçavkirina wî bo 15 rojan hate dirêjkirin. 
 
Heta niha Emîr Rehmanî, Rehîm Selamet û Fexredîn Ehmedî li girtîgehên ewlehiyê ya Urmiyê de girtîne û lêpirsîna wan ji wan tê kirin.