Terimê kolberê Pîranşehrî yê winda piştî lêgerîna 2 rojan hat dîtin

10:57 - 28 Adar 2024

Roja Çarşemî 8’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, termê kolberekî bi navê “Seîd Silûsî” xelkê “Kuhnexane” ya ser bi bajarê Pîranşarê, piştî du rojan lêgerînê, ji aliyê hêzên gelanî ve li bilindahiyên “Qîziqipan”a vî bajarî hate dîtin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar ku ji  Kurdpayê re ragihandiye, ev kolber ji ber sirr û seqemê canê xwe ji dest daye. 
 
Roja Duşemî 6ê Xakelêweya 1403an a Rojî, ev kolber li bilindahiyên Qîziqpana Pîranşarê winda bibû. 
 
Ev kolberê temen 33 salî zewicî ye û zarokek wî heye.