Sine; Hêzên ewlehiyê ji bo binçavkirina hunermendê Kurd avêtin ser mala wî

23:09 - 24 Adar 2024

Piştî beşdarbûn hunermendê Kurd ê xelkê bajarê Sine yê bi navê Arman Seîdpenah, di rêûresma Newroza gundê “Evyheng”ê de, roja Înê 3ê  Xakelêweya sala 1403an a Rojî, hêzên ewlehiyê bo binçavkirina wî, avêtin ser mala wî. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Bi dehan hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê avêtin ser mala wî hunermendî, lê nekarîn wî binçav bikin. 
 
Vê çavkaniya agehdar got jî; Hêzên ewlehiyê piştî lêgerîna mala wî hunermendî, dest danîn ser hinek kelûpelên wî yên şexsî ku di nav wan de dîska wî ya kompîturê jî hebû û ew birine. 
 
Di 21ê Reşemeya 1402an a Rojî de, Arman Seîdpenah di rêûrsima Newrozê ya gundê "Evyheng"ê de, rexne li saziyên pêwendîdar ên ku nehiştine wî stranan bêje, kir û bi gotina sirûdeke şoreşgirî ragihand: "Ew nahêlin ez bistirim, rêûresima Newrozê qet destûr naxwaze."