Newsûd: Kolberek ji ber rawestana dil canê xwe ji dest da

22:43 - 24 Adar 2024

Êvariya roja Yekşemî 5ê Xakelêweya 1403an a Rojî, kolberek temen 48 salî bi navê “Mihemedbayer Mihemedî” xelkê gundê “Zîran” a ser bi bajarê Ciwanroyê bi sedema rawestana dil li sînorê bajarê Newsûdê canê xwe ji dest da. 
 
Her di vê pêwendiyê de, roja Yekşemî 5ê Xakelêweya 1403an a Rojî, kolberek bi navê “Soran Ebdî” li sînorê bajarê Bane ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin. 
 
Her wiha sibeha roja Şemiyê 4’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, kolberekî din ê Kurd ê bi navê “Peyman Ehmedî” xelkê bajarê Ciwanroyê li sînorê Newsûdê ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin.