Bokan; Hunermendê Kurd Hesen Kakayî piştî ku di merasîma Newrozê de sirûdeke şoreşgirî got hate binçavkirin

22:42 - 24 Adar 2024

Roja Şemî 4’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, Hesen Kakayî hunermendê Kurd ê Bokanê, piştî strîna sirûda “Ey Veten” li merasima sersala nû ya gundê “Alî Kend” a ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, ev hunermend di mala wî de binçav kirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev hunermendê Kud li navenda îtilaata Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî lêdanê hatiye. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Hesen Kakayî roja Yekşemî 5ê Xakelêwê piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê ji girtîgehê hat azadkirin. 
 
Di roja Înê 3ê meha Xakelêweya sala 1403an a Rojî de, vî hunermendî beşdarî rêûresma Newrozê ya gundê “Alî-Kend” a Bokanê kiribû, û sirûda “Ey Veten” a şoreşgirî pêşkêş kiribû, ku vîdyoya wê di torên civakî de belav bûye.