Duyemîn kolber di roja pêncemîn a sersalê de li sînorê Bane hate kuştin

22:41 - 24 Adar 2024

Roja Yekşemî 5ê Xakelêweya 1403an a Rojî, kolberek bi navê “Soran Ebdî” li sînorê Bane bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî haydarkirinek berê rasterast teqe li vî kolberî li sînorê “Hengejale” ya Bane kirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev kolber di vê rûdanê de bi giranî birîndar bibû û mixabin dema veguhastin bo nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. 
 
Her di vê derheqê de, sibeha roja Şemiyê 4’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, kolberekî din ê Kurd ê bi navê “Peyman Ehmedî” xelkê Ciwanroyê li sînorê Newsûdê bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hat kuştin.