Pîranşar; Binçavkirina zarokekî temen 15 salî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

04:51 - 19 Adar 2024

Roja Yekşemî 27ê Reşemê, zarokekî temen 15 salî bi navê “Mardîn Gageşî” xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, ev zarokê temen 15 salî li yek ji cadeyên Pîranşarê binçav kirin e. 
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq çarenivîs û tohmetên li ser Mêrdîn Gageşî de ti agahî nehatine belavkirin.