Şino; Binçavkirina Şehram Şahî û Fexredîn Ehmedî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

04:50 - 19 Adar 2024

Li gorî agahiyên ku gihîştine Kurdpayê; Şeva Yekşemî 27’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, du xortên Kurd ên xelkê bajarê Şinoyê bi navên “Şehram Şahî” kurê Şafî û xelkê taxa “Emîr Ava” ya ser bi bajarê Şinoyê û “Fexreddîn Ehmedî” kurê Ezîz, xelkê taxa “Taçîn Ava” ya ser bi bajarê Şinoyê. , ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Spaha Pasdaran ve hatin binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Piştî  binçavkirina wav herdu kesan, ev herdu bo cihekî nediyar veguhastin e û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e. 
 
Heya dena belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyên berfireh li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser van her du welatiyan bi dest neketin.