Bane: Kolberek jiyana xwe ji dest da

23:03 - 16 Adar 2024

Kolberekî bi navê “Rehîm Mihemedzade” xelkê bajarê Rebet a Serdeştê bi sedema ketina ji bilindahiyê li sînorê Bane jiyana xwe ji dest da û îro Şemiyê 26ê Reşemê termê wî piştî 3 rojan ji aliyê hêzên giştî ve hat dîtin. 
 
Ev kolber ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanê berê xwe dabû kolberiya li ser sînorê Bane. 

Rehîm Mihemedzade zewicî ye û du zarokên wî hene. 
 
Di vê pêwendiyê de, êvariya roja Pêncşemî 24`ê Reşemê, kolberê temen kêm yê xelkê gundê “Bilbzan” a ser bi bajarê Pawe, Eta Hisêynî, li nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê bi sedema kûrahiya birînan canê xwe ji dest da.