Li ser sînorê Seqizê kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin

21:58 - 3 Adar 2024

Sibeha roja Yekşemî 13`ê vê mehê, kolberek bi navê “Elî Zeriqamî” temen 52 salî û xelkê bajarê Tikabê, li sînorê “Serşîv” a ser bi bajarê Seqizê ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agahdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdan wî kolberî. 
 
Vê çavkaniya agehdar zêde kir: Ev kolber bi sedema gullereşandina serbazên hikûmetê di dûvikê de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Ev kolber xelkê gundê “Sar Bax” a ser bi bajarê Tikabê ye û xelkê Seqizê, zewicî ye û sê zarokên wî hene.