Merîwan; Xebat Veyîsî ji bo cîbicîkirina ceza birin girtîgehê

21:57 - 3 Adar 2024

Roja Şemî 12’ê Reşemeyê welatiyekî Kurd bi navê “Xebat Veyîsî” kurê Ebdullah xelkê gundê “Gulçêr” a ser bi bajarê Merîwanê ji bo cîbicîkirina cezayê wî, ev bo girtîgeha vî bajarî veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han pêştir ji aliyê dadgeha Şoreş a Merîwanê bi serokatiya dadwer “Ruhî” bi tohmeta “propaganda dijî hikûmetê û endametiya di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” de, bi 15 meh heps hatibû cezakirin.  
 
 Veyîsî roja Sêşemî 29ê Xermana sala 1401an a Rojî, li dema xwenîşandana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Sêşemiyê 26ê Xezelwera sala 1401an a Rojî, piştî danîna barimteyê hatibû berdan. 
 
Ev welatiyê Merîwanî, sibêdeya roja Duşemî 16’ê Xezelwera 1401’an  a Rojî, carek din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina piroseya lêpirsînê, bi danîna barimte hatibû berdan. 
 
Xebat Veyîsî xwendekarê zimanê Îngilîzî ye.