Urmiye; Zîba Seyad bi sebeba telaqê vegirtinê li kolanê ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat kuştin

04:59 - 12 Adar 2024

Roja Yekşemî 20’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, jinek temen 27 salî bi navê “Zîba Seyad” xelkê gundê “Hisar Kanî Spî” a ser bi Urmiyê, ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve, bi çekê hat kuştin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Xanim Seyad ev demeke kurt e ku ji hevjînê cuda bibû û ji ber veqetînê duh li şeqama Emar a bajarê Urmiyê ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat kuştin û jiyana xwe ji dest da. 
 
Çavkaniya agehdar a Kurdpayê îşare bi vê yekê dike; Zîba Seyad ev çend sal in ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundûtî û lêdanê dihat û ev du sal in ji bo rûbirûbûna “gelek azar û lêdan”ên hevjînê xwe serdana klînîkeke derûnî kiribû. 
 
Ev çavkaniya han zêde dike; Seyad ji encama serdana Dixtorê psîkologiyê razî bû. Ew jî ji aliyê malbata xwe ve piştevanî hatibû kirin û karîbû ji hevjînê xww cuda be ; Lê ew her tim ditirsiya ku ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve were şopandin û zirarê bibîne. 
 
Berî kuştina wî bi telefonê bi dixtorê psîkologiyê re axavtibû û behsa tirsa xwe û dûvçûna hevjînê xwe kiribû û tevî vê ku malbatê hewil dabû ku wê çavdêrî bikin, lê li derfetekê de ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve li kolanê hat kuştin. 
 
Li gorî gotina Dixtorê psîkologiyê, niha jin û zarok koma herî metirsîdar a civakê ne, ji ber ku şiyana wan a parastina xwe nîne.