Metîn Raziyan bi danîna barimteyê hat berdan

00:38 - 11 Adar 2024

Roja Şemî 19’ê Reşemeyê, ciwanekî Kurd bi navê “Metîn Raziyan” kurê Seîd xelkê gundê “Mile”a ser bi bajarê Seqizê bi awayekî demkî heta dawîhatina dozê ji girtîgehê hat azadkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev ciwan di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzerekî diyarkirî re hatibû bêparkirin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Metîn Raziyan ji bo lêpirsînê birin Îdareya Îtilaata Sine û hêzên ewlehiyê ji bo wergirtina îtirafên bi zorê ew îşkenceya fizîkî kirine. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Li dadgeha Şoreşê navbirî bi “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” tohmetbar kirine . 
 
Êvariya roja Sêşemî 8ê Reşemeyê, hêzên ewlehiyê ev ciwanê temen 17 salî li taxa “Salih Ava” ya bajarê Seqizê bêyî nîşandana belgeya dadgehê binçav kirin e. 
 
Metîn Raziyan xwendekar e û ji bo dabînkirina hewcedariyên malbata xwe bi kolberiyê dike.