Çalakvanê jîngehparêzî û civakî Dilir Zahidîpûr bi danîna barimteyê hat berdan

00:36 - 11 Adar 2024

Roja Yekşemî 20’ê Reşemeyê, Dilir Zahidîpûr, çalakvanê jîngehparêzî û civakî yê Merîwanê, bi danîna barimteyê heta dawiya dozê, bi awayekî demkî ji girtîgehê hat azadkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev çalakvanê jîngehparêzî di dema binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re hatibû bê‌parkirin. 
 
Roja Înê 6ê Rêbendana 1402an a Rojî, Dilir Zahidîpûr li derveyî mala xwe ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hatibû binçavkirin û bêyî biryara dadgehê bo cihekî nediyar hatibû veguhastin û di dema binçavkirinê de hêzên ewlehiyê dest danîne ser mobayil û tirombêla şexsî ya vî welatî û birine. 
 
Heya niha li derheq sebeba binçavkirina û tometbarkirina  Zahidîpûr de, ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.