Ferzad Mehmûdpûr, yek ji girtiyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, ji bo derbaskirina cezayê xwe bo girtîgeha Nexede hat veguhastin

21:02 - 7 Adar 2024

Roja Sêşemî 15ê Reşemeyê, Ferzad Mehmûdpûr welatiyê bajarê Şinoyê û yek ji girtiyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan Azadî, ji bo derbaskirina cezayê xwe bo girtîgeha Nexede hat veguhastin. 
 
Roja 30’ê Gelawêjê, ev xwenîşander ji aliyê taya sêyem a dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê, bi tohmeta “komkirin û kombûn ji bo pêkanîna tawanên dijî ewlehiya netewî”, “endamtî di yek ji partiyên Kurd ên opozisyonê  hikûmeta Îranê de û wêrankirina milkên giştî” bi 5 sal heps hat cezakirin.  
 
Taya 26 a dadgeha bilind a welêt bi serokatiya Elî Ekber Yasaxî û bi şêwirmendiya Elî Ekber Benirad bi redkirina dubarekirina dadgehkirina Mehmûdpûr biryara dawî ya dadgeha dadwerî ragihand û ev biryar di roja 18ê Rêbendanê de ji wî re hat ragihandin. 
 
Ferzad Mehmûdpûr, roja Pêncşemî 2`ê meha Xermananê, piştî 11 meh binçavkirina demkî, bi danîna barimteya 2 milyar Tûmenî ji girtîgeha Urmiyê bi awayek demkî hatibû azadkirin. 
 
Ev welatiyê han di dema lêpirsînê de ji bo îtirafên bi zorê, rastî givaş û îşkenceyê hatiye. 
 
Ev welatiyê Kurd di meha Rezbera  sala 1401’an a Rojî de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina lêpirsînê, ji girtîgeha ewlehiyê bo girtîgeha Urmiyê hatibû veguhastin. 
 
Ferzad Mehmûdpûr temen 22 salî kurê Elî xelkê Emîrava ya ser bi bajarê Şinoyê ye.