Cezayê îdamê yê girtiyekî li girtîgeha Mehabadê birê ve çû

20:09 - 7 Adar 2024

Sibeha roja Pêncşemî 17`ê Reşemeyê, girtiyê bi navê “Fexredîn Mengurnijad” kurê Bayezîd xelkê bajarê Şinoyê li girtîgeha Mehabadê hate îdamkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar ku ji Kurdpayě re ragihandiye, ev girtiyê han 4 salan beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zaebûn” hatibû binçavkirin û ji aliyê dezgehên dadwerî ve, cezayê îdamê lê hatibû birîn. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.