Bilindbûna hejmara îdamên girtîgeha Mehabadê bo du kesan

20:07 - 7 Adar 2024

Sibeha roja Pêncşemî, 17ê Reşemeyê, girtiyê bi navê “Ebas Dadûr” kurê Ehmed xelkê Mehabadê, li girtîgeha vî bajarî de hate îdamkirin. Her di vê derheqê de hejmara kesên di vê rojê de hatin îdamkirin derket 2yan. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê han 4 salan beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin. 
 
Di vê derbarê de, sibeha roja Pêncşemî 17ê Reŝemeyê, girtiyê bi navê “Fexredîn Mengurnijad” kurê Bayezîd xelkê bajarê Şinoyê, li girtîgeha Mehabadê hate îdamkirin.