Jîla Hojberî ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo navenda çaksaziyê ya Sine veguhastin

09:26 - 8 Şibat 2024

Di rojên derbasbûyî de welatiya bi navê Jîla Hojberî ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo navenda çaksaziyê ya Sine hatiye veguhastin. 
 
Xanima Hojberî Zivistana borî ji aliyê taya 101 a Dadgeha Cezayên Giran a Bokanê ve bi tohmeta “endametiya di komên opozisyonê de”, “propagandakirina li dijî hikûmetê” û “neguhdariya karmendekî hikûmetê” û li ser bingeha madeya 134, bi 7 sal heps hat cezakirin û pêka yasaya Cezayên Giran 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. 
 
Piştî nîşandana nerazîbûna wê welatiyê, cezayê girtîgehê bo 3 sal û heşt meh hat kêmkirin. 
 
Jîla Hojberî di Gelawêja 1401’an a Rojî de ji aliyê hêzên ewlekarî yên Bokanê ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, ji girtîgeha ewlehiyê ya Urmiyê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin. 
 
Ev welatiya Kurd piştî mehekê ji girtîgeha navendî ya Urmiyê bo navenda çaksaziya Sine hat veguhastin û piştre bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta dawîhatina dozê hat azadkirin.