Kamiyaran; Berdewamiya binçavkirin û nexûya bûna çarenivîsa Sohrab Gulihemedî

19:43 - 28 Şibat 2024

Roja Duşemî 30’ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd bi navê “Sohrab Gulmihemedî” xelkê gundê “Gazirxanî” ya si bi bajarê Kamiyaranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han piştî çûna bo dadgeha Kamiyaranê ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatiye binçavkirin û ti zanyariyên rast li derheq çarenivîsa wî de nînin. 
 
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Heta niha şopandina malbata vî welatiyê kurd ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam bûye. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî Sohrab Gulmihemedî de nîne.