Avdanan; Gazîkirin û wergirtina peymaneke bi zorê ji Suniya Şerîfî ji bo pêşîgirtina li çalakiyên wê yên di torên civakî de

19:42 - 28 Şibat 2024

Roja Duşemî 7ê Reşemeya 1402an a Rojî, Suniya Şerîfî, yek ji girtiyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li bajarê Avdanan, bo dozgeriya vî bajarî hat gazîkirin, û sozname jêhat wergirtin ku xwe ji çalakiyên di torên civakî de dûr bixe. 
 
Li gor çalakvanê siyasî yê Avdanan Îsa Baziyar ku li ser rûpela xwe ya (X) ev nûçe belav kiriye; Beriya hilbijartinên Meclisa Komara Îslamî ya Îranê, pêleke nû ya gazîkirin û lêpirsîna çalakvanên medenî ji aliyê “Yasir Xelefî” dozgerê Avdanan ve dest pê kiriye. 
 
Roja 18’ê Gelawêja 1402’an, Suniya Şerîfî, xwendekara temen 17 salî ya xelkê bajarê Avdanan û yek ji girtiyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan Azadî, ji aliyê Îdareya Îtlaata bajarê Avdanan hat gazîkirinû bi darê zorê li otombîlekê xistin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi lêdan û tundûtîjiyê rû bi rû bû. 
 
Ev xwenîşandera serhildana Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî demjimêran li nav tirombîlê û li cihekî nediyar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî lêpirsîn, gef û destdirêjiyê hatibû di heman demê bi birîndarî bi cih hêlabûn. 
 
 Şerîfî bi rêya telefonê bo Îdareya  Îtlaata Avdanan hatiye gazîkirin. Ev yeka jî li halekê bûye ku ji ber givaşên hêzên Spaha Pasdaran û Wezareta Îtilaatê li bajarê Avdana niştecih bûye û li ser israra malbata xwe çûye îdareya Îtlaata Avdananê. 
 
Piştî êrîşa hêzên ewlehiyê, wêneya birîna xwe li ser Instagramê belav kir û bi giley nivîsî; "Li gor we çîrok çi ye?" 
 
Roja 24’ê Sermaweza sala 1401’an a Rojî, Suniya Şerîfî ji navenda çaksaziya Azad a Îlamê hat berdan û bi germî ji aliyê welatiyan ve hat pêşwazîkirin. 
 
Di 28'ê Xezelwera 1401'an a Rojî de di çarçoveya çalakiyên Avdanan de hate binçavkirin û bi "Muharibe" hate tohmetbarkirin. Suniya Şerîfî di dema lêpirsînê de neçar ma ku li ser çêkirina molotofkokteylan û nivîsandina sloganan îtîraf bike.