Serdeşt; Kasibkarekî Kurd ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin

22:49 - 27 Şibat 2024

Sibeha roja Sêşemî 8’ê Reşemeya 1402’an, kasibkarekî Kurd bi navê “Kavan Emicedînia” xelkê gundê “Gore Şîr” a ser bi bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên leşkerí yên hikûmetê ve hat kuştin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî haydarkirinek berê û piştî dûvçûna vî kasibkar, rasterast bi otombîleke taybet li nêzîkî gundê Savan gule berdane wî. 
 
Ev kasibkar zewicî ye û sê zarokên wî hene.