Girtîgeha Urmiyê; Girtiyekî siyasî dawî bi jiyana xwe anî

21:49 - 26 Şibat 2024

Êvariya roja Yekşemî 6’ê Reşemeyê, girtiyê siyasî yê Kurd bi navê “Şahîn Geledar” kurê Elî xelkê gundê “Hekî” ya ser bi devera Tergewer, li girtîgeha Navendî ya Urmiyê de dawî bi jiyana xwe anî. 
 
Yek ji xizmên vî girtiyê siyasî ji Kurdpayê re ragihand: Ev girtiyê siyasî ji ber îşkence û givaşên lêpirsînê yên Wezareta Îtilaatê bi riya darvekirinê xwe kuştiye. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Termê vî girtiyê bo pijîşka yasayî ya Urmiyê hatiye veguhastin û malbata wî bo wergirtina termê kurê xw ber bi vê navendê ve çûne. 
 
Roja Pêncşemî 9’ê Reşemeya 1397an, a Rojî ev welatiyê Kurd bêyî biryara dadgehê li mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha Îdareya Îtila’ata Urmiyê hatibû veguhastin. 
 
Şahîn Geledar piştî bidawîhatina lêpirsînê bo girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin û piştî danîna barimteyê bi awayekî demkî serbest hatibû berdan. 
 
Ev welatî di sala 1399an a Rojî de, bi tohmeta “çalakî li dijî ewlehiya giştî bi rêya hevkarîkirina bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê ve, bi du sal hepsê hatibû cezakirin û li Reşemey a sala 1401`an a Rojî de, bo derbaskirina ceza hatibû binçavkirin û bo girtîgeha Urmiyê hatibû veguhastin.