Abdulkerîm Kakul ji bo cîbicîkirina biryara dadgehê şandin girtîgeha Şinoyê

04:14 - 26 Şibat 2024

Roja Pêncşemî 3`ê Reşemeyê, welatiyekî Kurd bi navê “Ebdulkerîm Kakul” piştî gazîkirina bo taya cîbicîkar ya Dadgeha Giştî û Şoreş a Şinoyê hat binçavkirin û ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha vî bajarî veguhastin. 
 
Ev welatiyê han pêştir bi “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Şinoyê bi serperestiya dadwer Mehdî Rizayî ve bi salek heps hatibû cezakirin. 
 
Sibeha roja Yekşemî 18’ê Pûşpera 1402’an, Ebdulkerîm Kakul welatiyê gundê Hesen Nûran a ser bi bajarê Şinoyê, bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di mala xwe ya şexsî de hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, bi danîna barimteyê li girtîgeha Şinoyê serbest hatibû berdan.