Li ser sînorê Newsûdê bi sebeba teqeya hêzên leşkerî yên dewletê kolberek birîndar bû
23:43 - 4 Şibat 2024
Êvariya roja Înê 13’ê Rêbendanê, kolberek bi navê “Kohsar Rostemnijad” xelkê gundê “Şimşîr” a ser bi bajarê Pawê ve, bi sebeba teqeya hêzên hikûmetê li sînorê Newsûdê birîndar bû.
Hêzên leşkerî yên dewletê gule berdan kolberan û di encamê de ser, çav û destên wî bi giranî birîndar bûne.
Ev kolber ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê hatiye veguhastin û rewşa giştî ya wî nebaşe.