Merîwan; Çalakvanê medenî Dana Lencabadî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

00:11 - 23 Şibat 2024

Roja Sêşemî 1ê Reşemeya  1402an a Rojî, Dana Lencabadî, çalakvanê medenî û girtiyê siyasî yê berê yê Merîwanê, bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo girtîgeha Îdareya Îtilaata vî bajarî hat veguhastin. 
 
Her di vê derheqê de çavkaniyekî haydar ji Kurdpayê re ragihand: Roja Pêncşemî 3ê Reşemeya sala 1402an, Lencabadî ji girtîgeha Îdareya Îtilaata Merîwanê bo dozgeriya Giştî û Şoreşa vî bajarî hat veguhastin û piştî tawanbarkirina bi “propaganda li dijî hikûmetê", biryara binçavkirina demkî ya mehekê hate dayîn û bo Îdareya Îtlaata Merîwanê hate vegerandin. 
 
Li gor çavkaniyeke din a agahdar ji Kurdpayê re; Di mehên borî de, ev çalakvanê medenî ji ber givaşên dezgehên ewlekarî û hewla binçavkirina wî neçar mabû bi awayekî veşartî bijî. 
 
Dana Lencabadî di sala 1391an Rojî de piştî ku xwendekarên zanîngeha Peyam Nûr a Merîwanê bi armanca şermezarkirina îdamkirina sê girtiyên siyasî yên Kurd, çalakiya rûniştinê pêk anîn û bi tohmeta “propagandakirina li dijî hikûmeta Îranê” ji aliyê dadgeha Şoreşê ya Merîwanê ve salek cezayê girtîgehê bi ser wî hat sepandin û 8 meh jî bi tohmeta "têkdana aramiya giştî" û 50 qamçiyan hat cezakirin. 
 
Ev çalakvanê medenî jî ji ber givaşên Îtla`ata Merîwanê ji xwendinê li zanîngeha Peyam Nûr hatibû bêparkirin. 
 
Dana Lencabadî di xebatên medenî, jîngehparêzî û rojnamevanî de çalak bûye û yek ji nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Mukriyan bûye.