Sine; Zana Mênberî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

04:07 - 21 Şibat 2024

Roja Sêşemî 1ê Reşemeyê, ciwanê Kurd ê bi navê “Zana Mênberî” xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, ev welatiyê han li cihê karê wî li taxa “Hacî Ava” ya bajarê Sine binçavkirine. 
 
Zana Mênberî temen 24 salî biraziyê Peyman Mênberî yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Sine dijî û kurê Behzad e. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba bjnçavkirin û tohmetên li ser vî ciwanê Kurd tine ye.